Plana DYE’yê ya li ser Xezeyê: Tehliyeya nifûsê, ‘jetonên dîjîtal’, 10 salan kontrola DYE’yê

Li gorî nûçeya Washington Post, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) têkildarî dema piştî şerê li Xezeyê, planeke 38 rûpelî amade kir.

Li gorî nûçeyê di planê de tê pêşbînîkirin ku 2 milyon Fîlîstînî bi “dilxwazî” bên veguheztina welatên din yan jî herêmên bi ewle, herêm jî qasî 10 salan di bin kontrola DYE’yê de jinûve were avakirin.

Li gorî belgeyê, ji bo kesên cudabûnê qebûl bikin wê alîkariya 5 hezar dolar pere, 4 salan kirêya xanî û salekê jî alîkariya xurekê were dayîn.

Ji bo kesên xwedî xak jî wê “jetonên dîjîtal” bên dayîn da ku bikarin jiyaneke nû ava bikin yan jî “li bajarên bi piştgiriya zekaya çêkirî” daîreyan bigirin.

Plan armanc dike ku van bajarên ku wê febrîqe, navendên daneyan û hotel lê bên avakirin, bi razemeniya civakî-taybet fînanse bike.

Di vê pêvajoyê de Xeze wê ji aliyê çêkereke îdarî ya bi navê “GREAT Trust” (Fona Veguherîn, Bilezkirina Aborî û Jinûve Avakirina Xezeyê) ve 10 salan were birêvebirin.

Piştre tê plankirin ku dewrî rêveberiyeke Fîlîstînê ya “hatî reformekirin û ji radîkalbûnê hatiye paqijkirin” were kirin.

Tê diyarkirin ku plan li derdora Weqfa Mirovî ya Xezeyê (GHF) a bi piştgiriya Îsraîl û DYE’yê şêwe girtiye. Wezareta Karên Derve ya DYE’yê jî têkildarî mijarê şîrove nekir.

Serokê DYE’yê Donald Trump gotibû, divê Xeze ji aliyê DYE’yê ve were dewrgirtin û veguhere “Riviera’ya Rojhilata Navîn”.

Ev nêzîkatî li Îsraîlê ji aliyê derdorên rastgir ên tund ve tê destekkirin, lê ji aliyê welatên Ereb û gelek dewletên Rojavayî ve hate redkirin. NY’ê jî hişyarî da ku plan xeteriya “paqijiya etnîkî” digire nava xwe.